TopWorld

Li Şînjarê di navbera hêzên Iraqî û Êzidiyan de alozî derket

Roja Duşemê, yekîneyên artêşa Îraqî hewl dan ku xaleke kontrolê ya li gundê Digura yê ser bi devera Êzîdî ya Şînjarê kontrol bikin.Hat ragihandin ku ev hewldan bû sedema pevçûnên çekdarî di navbera hêzên Îraqî û hêzên Asayîşa Asayîşa Êzdî ya herêmê de.

Li gorî nûçeya Roj Newsê, hêzên Iraqî daxwaz ji yekîneya êzîdî kirine ku ji xala kontrolê derkeve, lê yekîneyê red kiriye. Piştî belavbûna wê bûyerê, êvara Duşemê girûpên êzîdiyan kom bûn û girseya gel ji bo piştevaniya hêzên ewlekariya êzîdî meşiyan û ber bi Dîgurah ve çûn.

Lê belê rêbendên ku ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibûn danîn, nehiştin ku xelk bigihêjin gund.Piştî bûyera Digûrayê li gelek cihên din ji wan Geliyê Şilo û gundê Sikeniyê şer û pevçûn derketin.

Li gorî nûçeya Roj Newsê, aloziya navbera partiyan berdewam e.

Hêjayî gotinê ye, tevgera artêşa Iraqê ya derxistina şervanên êzîdî ji gund, yekser piştî destpêkirina êrişa leşkerî ya dawî, ya Tirkiyê bo ser Kurdistana Iraqê, pêk hat.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button