TopWorld

Ûca: Dewlet her ku vedişêre jinên êzdî li Enqereyê derdikevin holê

Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku her ku dewlet vedişêre jinên êzdî yên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin li Enqereyê derdikevin holê û got: “Divê em di navbera jinên Şengalê û cîhanê de bibin pir.”

DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êriş biribû ser Şengalê û ji 7 hezaran zêdetir jin û zarok hatibûn revandin. DAIŞ’ê jin û zarokên êzdî revandibûn welatên cuda. Di salên dawî de li ser hewldana malbatan gelek ji van jin û zarokan li Tirkiyê derketin holê. Di rojên bihûrî de li navçeya Kazan a Amedê jinek êzdî li mala endamek DAIŞ’ê derketibû holê. Xizmek vê jina êzdî yê li Kanadayê 8 hezar lîre dolar dide endamê DAIŞ’ê û ev jina êzdî tê rizgarkirin. Tê diyarkirin ku hêj 2 hezar û 600 jin û zarokên êzdî winda ne.

Gelek pirsên mîna ev jina êzdî li Enqereyê çawa ji destê vî DAIŞ’yî, endamên DAIŞ’ê çawa ewqas li Enqereyê bi awayek rehet dijîn, çawa ji sînor derbas bûne, dewlet çawa ji jinên hatine revandin haydar nebûye û tu lêpirsînek derbarê van endamên DAIŞ’ê de hatiye destpêkirin an jî na bi xwe re anî bîra mirovan.

Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Feleknas Ûca ya ku ji Têkiliyên Karê Derve ya HDP’ê Berpirsiyar e û di heman demê de êzdî ye ji bo jinên winda yên êzdî ji sala 2014’an de di nava hewldanan de ye.

Ûca diyar kir ku piştî komkujiyê bi hezaran jinên êzdî yên hatibûn revandin li bazarên koletiyê hatin firotin û got: “Di dîrokê de cara ewil jin li ber çavê dinyayê li bazaran hatin firotin. Ev birînek kûr bû. Hêj travmaya şer neqediyaye.”

Ûca destnîşan kir ku endamên DAIŞ’ê herî zêde bi awayek hêsanî di sînorên Tirkiyê de derbasî nava welat bûne û wiha got: “Ev rewş ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Me derbarê vê rewşê de gelek caran pêşniyazname dan û bir rojeva Meclisê. Lê encam jê derneketin. Em wek wekîlên gel dema ji bajarekî diçin bajarekî din di gelek nokteyên lêgerînê de derbas dibin. Lê belê jinên ji Şengalê hatine revandin, lê bi rehetî dikarin bînin paytext Enqereyê. Ji Şengalê heta vir çend nokteyên lêgerînê hene? Çawa di sînor de derbas kirine? Dewlet wan di kîjan rêyên qaçax de derbas dike? Dewlet van jinan tespît nake û malbatên wan tespît nake, lê malbat xwe bi awayekî digihîne wan û bi pereyan wan paş de distîne. Lê dewlet çavê xwe ji vê redigire. Gelek jinên êzdî ku revandine anîne Enqereyê. Dema em vê li Meclisê tînin ziman jî parlamenterên AKP’ê êrişî me dikin. Derbarê kesên jin û zarokên êzdî anîne Enqereyê tu lêpirsîn nehat destpêkirin. Dewlet, îktidar hemû rastiyan dizane lê rastiyê vedişêre. Yên ku derfetan didin endamên DAIŞ’ê, radibin parlamenteriya hevalên me betal dikin û hevalên me yên HDP’ê digirin û doz li wan vedikin.”

Ûca da zanîn ku gelek malbatên ku zarokên wan hatine revandin û li derveyî welat dijîn bi HDP’ê re dikevin pêwendiyê û got: “Malbat wan tespît dikin. Çend kesan ji me re gotin û dibêjin ku zarokên wan wan li vir in. Hewldanên wan didomin. Dewlet nakeve nava hewldanan malbat ji neçarî bi derfetên xwe li zarokan digerin û dibînin. Çimkî malbat ditirsin ku Tirkiye wan dîsa radestî DAIŞ’ê bike. Di nava tirsek mezin de dijîn.

Ûca anî ziman ku tiştên qewimîn trajediyek mezin e û wiha got: “Di şexsê jinên êzdî de xwestin tevahiya jinên cîhanê bikin armanca xwe. Îro tenê ne jinên êzdî li gelek deverên dinyayê jin tên revandin. Ji ber vê yekê divê hemû kes xwedî li vê mijarê derkeve. Ev çend sal in em dipirsin, lê dewlet bersiv nade. Halbukî heke lêkolîn bê kirin, wê gelek jinên êzdî yên hatine revandin bên dîtin. Dewlet nakeve nava hewldanan û çavê xwe girtiye. Lewma jî çeteyên DAIŞ’ê bi wêrek dibin. Lê em ê pirsên xwe her pirs bikin. Heke hûn dixwazin êş û kula jinên êzdî bibînin û guhdar bikin, şandeyek ava bikin û biçin wir lêkolînan bikin. Heke em têkoşînê bikin yek wê çaxê em dikarin hem jinên êzdî hem jî hemû jinên cîhanê rizgar bikin. Divê em di navbera jinên Şengalê, têkoşîna jinan û jinên dinyayê de pirek ava bikin.”

mezopotamyaajansi35.com dinvîse

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button