EconomicsTop

Ermenîstan ji bo gaza Rûsyayê rublî dide. Kerobyan

Ermenîstan ji bo gaza Rûsyayê dest pê kirye rublî bide.Ev ji aliyê Wezîrê Aboriyê Vahan Kerobyan ve hat ragihandin.

“Divê em ber bi pereyên neteweyî ve herin. “Pêşveçûn li aliyê Rûsyayê di wî alî de heye”: wî got.

Li gorî Vahan Kerobyan, çend dayinên dawîn bi rubleyê hatine kirin, lê bi nirxa pevguhertinê ya wê deme . Li gorî wî, nirx bi dolar tê kirin, lê dayin bi rubleyê tê kirin.

Nûnerê fermî yê “Gazprom” Sergey Kuprîyanov ev agahî piştrast kir.

“Birastî, peymana gazê ya Gazpromê bo Ermenistanê , ev çend sal in, ku dayîna gazê bi rubleyê mimkun e û ev derfet tê bikar anîn”: Kuprîyanov got.

Di 23ê adarê de cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mher Grigoryan diyar kiribû ku Ermenîstan bi Rûsyayê re danûstandinan dike ku gaza ku tê dayîn bi rubleyê bide.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button