TopWorld

Jina Êzidî şahidî kir derbarê helwesta serkirdeyê DAIŞê li hember esîr a Amerîkî Kaylî Myullêr

Roja Duşemê, jineke ciwan a êzdî şahidî kir ku xebatkara alîkariyê ya Amerîkî Kaylî Myullêr ji wê re gotiye ku ew rastî destavêtinê hatiye û gef ji serokê berê yê Dewleta Îslamî Ebû Bekir el-Bexdadî xwariye, eger ew hewl bide bireve.

Lîa Mûlla, ku di Tebaxa 2014an de ji aliyê endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve hatibû girtin, dema ku wê bi malbata xwe re hewl dida ji Çiyayê Şengalê bireve, roja Duşemê di dema dadgehkirina El Şafî Elşêx de bi rêya tercuman îfade da.

Elşêx, 33 salî, welatiyekî berê yê Brîtanî ye, bi endambûna şaneya revandin û kuştina DAIŞê ya bi navê Beatles tê tawanbarkirin.

Ew bi kuştina çar Amerîkîyan tê tawanbar kirin:Myullêr, rojnamevanên serbixwe Cames Folêy û Stêvên Sotloff û Pêter Kassîg, xebatkarek din a alîkariyê.

Myullêr, xebatkareke alîkariyê ji Arizona, ji aliyê DAIŞê ve di Tebaxa 2013an de hat girtin, dema ku ligel hevalê xwe yê Sûriyeyî di gera nexweşxaneyekê de li Aleppo, li wir ew bi girêbesta tamîrkirina satelaytek bû.

Di destpêkê de ji aliyê Beatles ve hat girtin, piştre hat îdiakirin ku ew radestî Bexdadî, serkirdeyekî DAIŞê yê ku di sala 2019an de di êrîşeke Hêzên Taybet ên Amerîkî de mir, hat radestkirin.

Mûlla got, ku çekdarên DAIŞê ew ligel jinên din ên ciwan piştî ku hatin girtin, birin cihên cuda.

Di dawiyê de ew avêtin di zindana ku Myullêr grtîbu.

Mûlla got ku ew û Myullêr, ligel keçeke din a êzdî, hatin birin mala serbazekî payebilind ê Bexdayê, Ebû Seyaf, û li wir wek koleyan diman.

Hefteyek şûnda, wê got, ew birin “xaniyek qirêj… cîhek ku tê de keçên ciwan birin û destavêtin li wan kirin.”

Wê got ku Bexdadî şevekê hat û Myullêr bir.

Dema ku Myullêr sibê vegeriya, “ew pir xemgîn bû, pir aciz bû, digiriya,” got Mûlla .

Mûlla got ku wê biryar da ku bireve û ji Myullêr xwest ku tev li wê bibe, le Myullêr qebûl nekir gotnê wê, ji ber ku ditirsiya serê wî vê bê jêkirin.

Lê Myullêr ji Mûlla xwest ku “ji cîhanê re bêje” li seba wê, ger ew dikare derkeve.

Mûlla karî bireve û xwe bigihîne malbata xwe.

DAIŞê mirina Myullêr di Sibata 2015an de ragihandibû û îdia kiribû ku ew di êrîşeke asmanî ya Urdunê de hatiye kuştin, ev îdia ji aliyê rayedarên Amerîkî ve nerazî ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button