Meclîsê, di xwendina duyemîn de, pêşnûmeya ku ji aliyê parlamenterê Fraksiyona Peymana Sivîl Hayk Sarkîsyan ve hatibû amadekirin, qebûl kir. Pêşnûmeyê de tê gotin, ku bira û kurên leşkerên di dema şer de hatine kuştin dê ji leşkeriya mecbûrî bên berdan.
68 parlementeran deng dan pêşnûmeyê. Fraksyonên mûxalefetê “Ermenistan” û “Ez bi rûmet im” biryar dan ku beşdarî rûniştinên 4 rojan ên Meclîsa Neteweyî nebin.
Bira yan jî kurên leşkerên mirî, ger bixwazin, dikarin serîlêdanê binivîsin û ji bo herin leşkeryê.