TopWorld

Nûkirina perestgeh û şûnwarên arkeolojîk ên êzdiyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê xebatên nûkirina perestgeh û şûnwarên arkeolojîk ên êzdiyan li Kurdistanê didomîne.

Li perestgeha Pere-Xoş – Ava ya herêma Şêxan xebatên temîrkirinê dewam dikin, ji sedî 90% ê xebatê temam bûne.

Li gorî plansaziyê wê di nava deh-panzdeh rojên pêş de nûjenkirin bi dawî bibe. Êzdî dê karibin biçin serdana pîrozgehê û ayînên xwe yên olî pêk bikin.

Endezyarê ku di vê projeyê de xebitî Haşim Abdal got ku Perestgeha Pere-Xoş -Ava de qubeyek 12 metre bilind û 5 metre fireh heye û li gorî daxwazên cvaka ruhanî ya Êzidiyan hatiye çêkirin.

www.kurdistan24.net nivîsî

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button