PoliticsTop

Li Êrîvanê bîrdariya dostaniya Ermenî-Rûsiyanvê bê danîn

Tê plankirin ku îsal li Yêrêvanê abîdeyek ji bo dostaniya Ermenî-Rûs were danîn. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna bi Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê re ev tişt got.

Lavrov ewil bi bîr xist ku 3ê Nîsanê 30emîn salvegera damezrandina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Ermenistan û Rûsyayê de ye û îsal jî 25emîn salvegera îmzekirina Peymana Hevkarî û Alîkariya Hevbeş e.

Ji bo salvegerê çalakî tên lidarxistin. Wezîrê Derve yê Rûsyayê herwiha tekezî li ser diyaloga siyasî ya pêbawer û asayî ya di navbera Serokwezîrê Ermenîstanê û Serokê Rûsyayê de kir.

“Rûsya berdewam e ku hevkarê sereke yê bazirganiyê yê Ermenistanê ye. Di bazirganiya derve de para me ji %30 derbas dibe”: Wezîrê Derve yê Rûsyayê got.

Wezîrên derve li hev kirin ku peywendiyên karsaziya rasterast pêşve bibin. Li gorî Lavrov, her du welat dê di warê çand, perwerde, tûrîzm, werzîş û warên din de hevkariyê kûr bikin.

Li Rûsyayê rojên çanda Ermeniyan di rojevê de ne û li Ermenîstanê jî wê rojên çanda rûsan bên lidarxistin. Rûsya jî piştgirî dide zêdebûna hejmara dibistanên rûsî li Ermenîstanê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button