
Gelek malbatên Êzidî yên ku ji ber xirabûna rewşa jiyanî vegeriyan navçeya xwe ya Şengalê, xwestin vegerin kampên ji bo koçberên hundirîn (IDP) yên li Dahûkê.
Rêvebirê Beşê Koçberî û Bicihbûnê li Dahûkê Bîr Dayan ji ajansa Şefaq re wiha got: “400 malbatên Êzidî ji ber rewşa nebaş a ewlehî û aborî û her wiha têkçûna peymana Şengala serî li kampên Dahûqê dane.
Heta roja îro jî li herêmên Êzidî yên Geliyê Nînovayê li Şengalayê xebatên restorasyonê nehatine kirin. Xanî nayên çêkirin, rê, binesazî di sifirê de ne, dikanên xwarinê nînin. Bi tenê hewl didin bi vegera li nava xirbe re ji gelê Êzidî rizgar bibin.
Ji bo xebatên ji nû ve avakirinê yên ji Ewropa û DYA tên, alîkariya însanî û bi mîlyonan dolarî diçe ku derê, weke pirsekê dimîne. Ne Kurdistan û ne jî hikûmeta Iraqê dixwaze bi restorekirina herêmên Êzidiyan re mijûl bibe.