PoliticsTop

Wezareta Karên Derve ya Komara Artsaxê daxuyaniyek da

“Cihê pesindayînê ye ku civaka navneteweyî, hem li ser asta wezaretên derve û hem jî li ser asta siyasetmedar û kesayetiyên giştî, gavên provokatîf yên Azerbaycanê yên ku armanca wan zêdekirina aloziyan û tirsandina xelkê Artsaxê ye, şermezar dike.

Em di wê baweriyê de ne ku helwesta eşkere ya civaka navneteweyî li hember hewildanên Azerbaycanê li Artsaxê ji bo çêbûna karesateke mirovî û gurkirina şerekî nû wê bibe alîkariyek hevbeş a girîng ji bo aramkirina rewşê.

“Em di wê baweriyê de ne ku hewlên Rûsiya yê aşitiyê, helwesta zelal û guncaw ya civaka navdewletî, ku bi rêyên siyasî tê temamkirin, wê Azerbaycanê ji derfeta binavkirina binpêkirinên sîstematîk yên mezin yên mafên gelê Artsaxê wek karên xwe yên navxweyî bêpar bike.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button