
Berdevkê Serokomariya Rûsyayê Dmîtrîy Pêskov ragihand, ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn roja Pêşem û Înê Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re peywendiyeke telefonî pêk anî û di xeverdanê de rewşa li ser xeta têkiliya li Qerebaxê gotûbêj kirin.
“Rewşa li ser xeta têkiliyê ya li Qerebaxê hat gotûbêjkirin”: rojnamevanan re got Pêskov.
Li gor nûçeya TASSê u servîsa çapemeniyê ya hikûmeta Ermenistanê, Paşînyan û Pûtîn pêwendiyeke telefonî pêk anîn û di wê pêwendiyê de rewşa Qerebaxê hat gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Ermenistanê rewşa aloz bi nav kir û tekezî li ser pêwîstiya vegerandina hêzên çekdar ên Azerbaycanê bo cihên xwe yên berê kir.