All NewsTop

Ermenistan û Letonya dê di warê parastina civakî û kar de hevkariyê xurtir bikin

Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê Ermenîstanê Narêk Mkrtçyan di serdana xwe ya dawî ya ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de bi Wezîrê Refahiyê yê Komara Letonyayê Gatîs Êglîtîs re hevdîtin pêk anî û li ser îhtîmala dayîna hêzek nû ya hevkariyê gotûbêj kir. Wezîr Narêk Mkrtçyan di axaftina xwe ya li gel “Armenpress”ê de amaje bi wê yekê kir ku di wî warî de potansiyeleke mezin heye.

Wezîr da zanîn ku di navbera derdorên pispor ên Wezaretê de bi taybetî di derbarê danasîna pergala nirxandina fonksiyonê ya ji bo kesên astengdar de ji niha ve danûstandin dest pê kiriye. Letonya di qonaxên destpêkê yên wê pêvajoyê de ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button