PoliticsTop

Wezîrê Parastinê pêşwaziya Balyozê Amerîkayê kir

Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê Suren Papikyan roja 23’ê Adarê pêşwaziya balyozê awarte û temamî yê Amerîkî, Lîn Trêysî

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê, di civînê de, Ataşeyê Parastinê yê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Ermenîstanê Albay Grêgorî Payps jî amade bû.

Di hevdîtinê de Wezîrê Parastinê ji Balyozê Amerîkayê re li ser rewşa sînorên Ermenistan û Azerbaycanê, rewşa Qerebaxê û herwiha li ser mijarên mirovî agahî da û tekez li ser çareserkirina bilez a wan pirsgirêkan kir.

Her wiha li ser mijarên heyî û perspektîfên hevkariyên Ermenî-Amerîkî yên di warê berevaniyê de hatin gotûbêjkirin.

Di dawiya civînê de, nêrînên xwa li ser rewşa ewlekariya navneteweyî û geşedanên leşkerî-siyasî hatin guheztin .

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button