TopWorld

“Ne Êzidî ne jî Ereb sîmkirina Şengalê qebûl nakin”

Roj News dinivîse: Li Şengalê xelkê Êzidî û Ereb bi yekdengî li dijî polîtîkayên dorpêçkirina Şengalê derdikevin. Şêniyên Şengalê diyar kirin ku hikumeta Iraqê dixwaze hem Şengalê dorpêç bike, hem jî Ereb û Êzidiyan ji hev qut bike. Êzidiyan gotin; “Ne Êzidî ne jî Ereb sîmkirinê qebûl nakin.”

Hikumeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike serî li rê û rêbazên nû dide. Herî dawî di hefteya borî de artêşa Iraqê kete nav hewldaneke nû ku bi taybet ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi sîman dorpêç bike.

Ya balkêş ewe ku ev sîmkirin ne li ser xeta sînor tê kirin. Li gor plansaziya artêşa Iraqê wê 5 km ji sînor dûr, ango di nav gundan de sîm were danîn. Li gor vê projeyê, wê ji xeta Medîban heya gundê Bîr Qasim a nahiya Sinûnê sîm were kişandin. Li Şengalê, dema ji xeta sînor 5 km bikeve hundir, mirov nêzî Xanesor û Sinûnê dibe. Gundên ku têne behskirin jî ji xwe li keviya Xanesor û Sinûnê ne ku bi giranî Ereb lê dijî.

Hefteyeke şêniyên Ereb û Êzidî bi çalakiyên cûda li dijî vê planê radibin û dibêjin, hikumeta Iraqê dixwaze hem Şengalê dorpêç bike, hem jî têkiliyên Êzidî û Ereban ji hev qut bike. Yek ji şêniyên Şengalê Wetha Reşo jî balkêşa ser polîtîkayê û bi van gotinan li dijî plana hikumeta Iraqê sekinî: “Em sîmkirina di navbera Êzidî û Ereban de bi ti awayî qebûl nakin. Di fermanê de beşek ji wan jî neçar man û çûn. Niha di navbera Êzidî û Ereban de xweşî heye. Hikumeta Iraqê niha sîmê datîne navbera me, ji bo me ji hev qut bike.”

Wetha Reşo diyar kir ku bi taybet piştî fermanê, Êzidî û Ereban êdî ji hev û ji rastiyê fam kirine û wiha berdewam kir: “3 salin têkiliya me bi Ereban re heye. Dema şehîdên me çêdibin, tên xêra şehîdan. Tên tevlî civînên me dibin. Mafê hikumeta Iraqê nîne, di navbera xelkên Iraqê de sîm deyne.”

Wetha Reşo pirsa “Çima wextê DAIŞ bi ser gelê Şengalê de hat sîm nedanîn?” ji hikumeta Iraqê kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji Telafer, Mûsil, Medîban, Tilezêr û Sîba hemû gelê Iraqê ye. Lê hikumeta Iraqê ji Ereb û Êzidiyan re astengiyan dertîne.”

Qasim Şengalî jî balkêşa ser têkiliyên civaka Êzidî ya bi Ereban re û rexne li hikumeta Iraqê kir ku dest bi plana sîmkirinê kiriye. Qasim Şengalî bibîrxist ku bi taybet beriya fermana 2014’an, PDK’ê serî li polîtîkayên bi vî rengî dane û wiha axivî: “PDK’ê jî xwest navbera me û Ereban de nexweş bike. Em naxwazin hikumeta Iraqê jî vê tiştê bike. Hedefa wan bi van sîman ew e ku me û Ereban ji hev qut bikin.”

Qasim Şengalî bang li hikumeta Iraqê kir ku eger hewce be bila di navbera dewletan de sîmê deyne, ne di navbera eşîr û gelan de û helwesta xwe ya li hemberî van hewldanan wiha anî ser ziman: “Ne em ne jî Ereb vê tiştê qebûl nakin. Em û Ereb birayê hev in, em li cihê xwe ne ew jî li cihê xwe ne. Em ji hevûdû her qut nabin. Ew lîstikên siyasî ne ku dixwazin di navbera eşîran de, di navbera gelan de bimeşînin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button