All NewsTop

Rêvebirê Weqfa Êzdiya Azad Xelata Dengê Wêrekiyê ya bi prestîj wergirt

Îro di Roja Jinê ya Cîhanê de hat ragihandin ku damezrîner û Rêvebera Weqfa Êzdiya Azad Parî Îbrahîm xelata bi prestîj a Dengên Wêrekiyê ya Komîsyona Penaberan a Jinan wergirtiye. Komîsyona Penaberan a Jinan rêxistineke xêrxwazî ya Amerîkî ye ku armanca wê başkirina jiyanê û parastina mafên jin, zarok û ciwanên ku ji ber şer û qeyranan aware bûne. Her sal Komîsyona Penaberan a Jinan çalakvanên ku mafên jinan û mafên penaber û derbideran diparêzin rêz dike.

Weqfa Êzdiyatiya Azad spasiya Komîsyona Penaberan a Jinê dike ku Parî Ibrahîm weke yek ji Dengên Wêrekiya sala 2022’an bi nav kir, ji ber xebatên wê yên bêwestan ji bo pêşxistin û parastina jinên Êzidî, bi taybetî yên koçber, û ji bo afirandina û rêvebirina rêxistineke bi pêşengiya jinan. Merasîma xelatdayînê dê di meha Gulanê de li bajarê New Yorkê were lidarxistin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button