Di encama pêşbirka navxweyî ya ku ji aliyê Televîzyona Giştî ve tê lidarxistin, Rosa Lîn dê di pêşbirka stranan a navneteweyî ya “Eurovision 2022” de nûnertiya Ermenistanê bike.
Stranbêja 21 salî li Wanacorê ji dayik bûye û bestekar-çêker e. Wî di zarokatiya xwe de dest bi mûzîkê kir, lê tîmê wî yê hilberînê “Nvak” bandorek cidî li ser riya wî ya ku bibe mûzîkjenek profesyonel kir.
“Eurovision 2022” dê îsal li Torînoyê were lidarxistin. Rosa Lin dê di 10ê Gulanê de di nîvfînala yekem de derkeve ser dikê. Nûnerên Albanya, Letonya, Swîsre, Slovenya, Bulgarîstan, Moldova, Ukrayna, Lîtvanya, Hollanda, Norwêc, Portekîz, Danîmarka, Awûstûrya, Xirvatistan, Îzlanda û Yewnanîstanê jî wê rojê derkevin ser dikê.