
Serokwezîrê ErmenÎstanê Nikol Pashinyan pêwîst dibîne ku encamên foruma Ermenî-Fransî bikar bînin u hêzek nû bide hevkarîya aborî ya Fransa û Ermenistanê. Di rûniştina 10ê Adarê ya Hikûmetê de, serokwezîrê Komara ErmenÎstanê li ser serdana xwe ya xebatê ya Fransayê jî anî ziman , ku li wir rojeva wan a piralî hebu.
Serokwezîr got: “Dibe ku em giranî bidin ser cîbicîkirina wê rojevê, ji bo aktîvkirina peywendiyên aborî kar bikin.”
Paşînyan diyar kir ku di serdana Parîsê de ji bilî têkiliyên Ermenistan û Fransayê gelek mijar hatin gotûbêjkirin û bal kişand ser rola Fransayê ya hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE.
Serokwezîr her wiha bi Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel re hevdîtinek nefermî kir û di hevdîtinê de, di nav mijarên din de, mijarên hevkariya YE-Ermenîstanê hatin gotûbêjkirin, u usa jî pirsa ku ew çawa dikari bi bandortir li ser pêkanîna bernameyên hevbeş berdewam bin.
Paşînyan di dawiya axaftina xwe de got: “Bi giştî ez dibînim ku ew serdan gelek serkeftî bû, divê em ji bo pêkanîna rojeva wê bixebitin”.