
Bi boneya 30 saliya damezrandina pêwendiyên dîplomatîk Ermenîstan û Rûsyayê de serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan di meha Nîsanê de serdana Federasyona Rûsyayê dike.
Li gorî “Armenpress”ê, roja 10ê Adarê, di rûniştina asayî ya hikûmetê de, Serokwezîrê Ermenîstanê da zanîn ku ew di qonaxa amadekariya wê serdanê de ne.
Serokwezîr got: “Divê her tişt were kirin da ku serdan jî di asteke bilind û naverokek dewlemend de pêk were.”