All NewsTop

Ji Şengalê peyama 8’ê Adarê: Emê Şengalê bi pêşengiya jinan ava bikin

Li Şengalê jinên Êzidî û Ereb li Deriyê Kersê ya Çiyayê Şengalê bi soza azadiya jinê û avakirina xweseriya Şengalê dest bi şahiya 8’ê Adarê kirin û ev peyam dan: “Em di vê rê de bawer in, em vê rojê dikin wesileya Şengala xweser, demokratîk û azad. Roj roja jina ye, wê Şengal bi pêşengiya jinan ava bibe.”

Li Şengalê bi boneya 8’ê Adarê jin heftiyeke li qadanin, îro şahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi şahiyekî tê pîroz kirin. 8’ê Adarê îsal li Şengalê bi dirûşmeya “Yekîtî û Têkoşîna Jinê Wê Pêşî li Fermanan Bigire, Xweseriya Şengalê Ava Bike” tê pêşwazîkirin.

Şahiya 8’ê Adarê li Deriyê Kersê ya Çiyayê Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) tê pîroz kirin. Di saetên nîvro de bi sedan jinên ciwan û dayikên Şengalê li Baxçeya Serokatî ya li Deriyê Kersê kom bûn û li gel stran û govendê bi coşeke mezin dest bi pîrozkirina vê rojê kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button