TopWorld

150 hezar penaberên Êzidî vegeriyan Şengalê

Li gorî daxuyaniyên rêxistina bi navê “Însiyatîfa Nadia”, îro bi qasî 150 hezar penaberên Êzidî yên vegeriyane Şengalê, kêmî nîvê nifûsa berê ye. Bi qasî 200 hezar Êzidiyên hînê li kampên penaberan dimînin, nikarin vegerin.

“Ev kamp ji bo çareseriyeke însanî ya demkurt a ji bo pevçûnê hatine çêkirin. Lê belê li tevahiya cîhanê, penaber bi dehan salan e li kampên penaberan dijîn. Li van kampan kêmasiya xaniyên têrker, xizmeta tenduristiyê, perwerde û derfetên kar hene. Kêmasiya xizmetên bingehîn yekser rê li ber xerabûna tenduristiya derûnî, zêdebûna xwekuştinan, zêdebûna zewaca zarokan û zêdebûna şîdeta li dijî jinê vekir.
Nayê qebûlkirin ku piştî qirkirinê Êzidî li kampên penaberan asê mane”.

Însiyatîfa Nadia bang li hikûmetên welatan û civaka navneteweyî kir ku ji bo vegera Êzidiyan a Şengalê şert û mercan biafirînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button