
Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ku bi serdaneke fermî li Luksemburgê ye, di 26’ê kanûna paşin de bi Serokê Odeya Parlamenteran a Luksemburgê Fêrnan Êtgên re hevdîtinek pêk anî. Di civînê de nûnerên hemû hêzên siyasî yên li Odeya Nûneran jî cih digirin.
Li gorî nûçeya Armenpressê, Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê da zanîn ku Ararat Mîrzoyan û Fêrnan Êtgên kêfxweşiya xwe ji hevkariya bi bandor a di navbera her du welatan de, di asta navparlemanî de jî, nîşan dan.