
Wezîrê Derve yê Avusturya Alêxandêr Şalênbêrg dê serdana Ermenistanê bike. Li gorî Armenpressê, ev yek di mîkrobloga Twitterê ya Wezareta Derve ya Avusturyayê de tê gotin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Serdana Wezîrê Karên Derve Alêxandêr Şalênbêrg hefteya bê ya Êrîvanê dê bibe firsendeke baş ji bo xurtkirina têkiliyên me yên dualî yên baş, ji bo nirxandina îmkanên ji bo hevkariyên zêdetir.”