PoliticsTopWorld

Erdogan dixwaze careke din civîneke “3 + 3” pêk bîne

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew ê bi beşdariya wezîrên karên derve yên Tirkiye, Ermenistan, Rûsya, Azerbaycan û Îranê civîneke asayî ya 3+3 pêk bînin.
Ev yek ji aliyê Ajansa Anadoluyê ve hat ragihandin.
Tê plankirin ku li ser têkiliyên Tirkiye-Îranê û mijarên herêmî bên gotûbêjkirin.

Beriya niha Erdoğan xwestibû ku di navbera Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelensky de li Tirkiyeyê hevdîtinekê pêk bînin.

Em bînin bîra xwe ku civîna yekem a platforma şêwirmendiya herêmî “3 + 3” di 10ê Kanûnê de li Moskowê bi cîgirên wezîrên derve yên Rûsya (Rudenko), Ermenistan (Gêvorgyan), Azerbaycan (Xalafov), Tirkiye (Onal) pêk hat. Her wiha Wezîrê Derve yê Îranê bi Hagigian. Nûnerên Gurcistanê jî ku hatibûn vexwandin, beşdarî civînê nebûn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button