PoliticsTop

Aştîparêzên Ermenî ji Kosovayê vegeriyan Ermenîstanê

Hêzeke din a leşkerên Ermenî yên beşdarî mîsyona aştîparêzan li Kosovayê bûn, vegeriyan Ermenîstanê.

Di merasima pêşwaziya bi heybet a ku li Tûgaya Aşitiyê ya Wezareta parastinê hat lidarxistin de nûnerên payebilind ên Hêzên Çekdar ên Komara Ermenîstanê, heyeta Fermandariya Ewropayê ya Amerîkayê ku serdana Ermenîstanê kiribû û mêhvan amade bûn.

Hate gotin, ku fermandarê lîwaya hêzên aştîparêz ên Wezareta Parastinê ya Komara Ermenîstanê A. Mangasaryan silav li karmendan kir, ji bo xizmetguzariyê spasiyên xwe pêşkêşî wan kir, di peywirên wan ên pêş de serkeftin ji wan re xwest.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button