
Bi biryarnameya Serokomarê Ermenîstanê, endamê Kongresê yê Amerîkayê Brêd Şêrman, bi fermana dewletê hat xelatkirin. Li gorî nûçeya Armenpressê, ji aliyê Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan û Balyoza Ermenîstanê ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lilît Makûns ve ji kongreyê re hat ragihandin.
“Ji bo min şerefeke mezin e ku ji Balyoza Ermenîstanê ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lîlît Makûnts û Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan, Fermana Dewletê ya Ermenîstanê wergirt. Fermana Dewletê ji bo danîna peywendiyên dîplomatîk di navbera Ermenistan û Dewletên Yekbûyî de ye. Endamê Kongresê Brêd Şêrman li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsî: “Bi biryarnameya Serokomarê Ermenîstanê Armên Sarkîsyan ji ber hewldanên min ên ji bo xurtkirina têkiliyên Amerîka û Ermenîstanê ji min re hat xelatkirin.”