PoliticsTop

Êrîşa Azerbaycanê ya li ser Artsaxê wê were wateya êrîşa li dijî Rûsyayê

Kes nikare garantiya tunebûna tam a îhtîmala şerekî nû bide, lê niha firsendeke wiha pir hindik e. Wezîrê Karên Derve ya Komera Artsaxê Davît Babayan 19’ê çileyê di hevdîtina bi rojnamevanan re ev tişt got.

Wezîr anî ziman ku êrîşeke mezin a li dijî Ermenistanê tê wateya êrîşa li dijî RPEK û bi tenê nikare ji nedîtî ve bê. “Me bûyerên dawî yên li Qazaxistanê û berteka RPEK dît. Û eger êrîşek li ser Ermenistanê were kirin, herî kêm ji aliyê Rûsyayê ve bertek wê hebe, bi taybetî eger Tirkiye jî tevlî bibe. Derbarê îhtîmala êrîşa li ser Qerebaxê, aştî û aramî ji aliyê hêzên aştiyê yên Rûsyayê ve tê parastin. Êrîşa li ser Artsaxê wê jixweber tê wateya êrîşa li dijî hêzên aştiyê yên rûs û Rûsyayê. Wê şerekî cuda be. Ew ê nebe şerê Azerbaycan û Artsax û Ermenistanê. Ez bawer nakim ku Azerbaycan vê yekê fêm neke”,-xeberdana xwe de got wezîr Babayan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button