PoliticsTopWorld

PADÊ: Divê Iraq Şengalê neke qadek tevlîheviyê

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ li nehiya Sinûnê ya Şengalê civiya, di civînê de kar û xebatên partiyê, rewşa siyasî, liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê hate nirxandin.

Di civînê de destpêkê kar û xebatên PADÊ hatin nirxandin.

Piştî civînê daxuyaniyek ji aliyê Endamê Komîteya Karên Derve ya PADÊ Silêman Hecî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê ev tişt hatin gotin; “Embang li Iraqê dikin, bi rêya danûstandinan li çareseriyan bigere, Şengalê neke qadek tevliheviyê, ji ber nêzîkatiyên niha xizmeta vegera gel nake. Divê Iraqê rê li ber êrişên dewleta Tirk ên ser Şengalê bigre, ji ber ku êriş rê liber karesatên mirovî çêdike”.



Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button