CultureTop

Li Ermenistanê wê enstîtuya fransî hebe

Balyozê berê yê Fransayê yê li Ermenîstanê Conatan Lakot li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku li Ermenistanê enstîtuyeke fransî hatiye avakirin.

“Ez kêfxweş im ku di çar salên xwe yên li Ermenistanê de min bi Fonda Aznavûr re bernameya damezrandina enstîtuya Fransî li Yêrêvanê çêkir, pêşxist û pêk anî. Enstîtuya Pêşerojê wê li navenda Aznavûr a Yêrêvanê, li Kaskadê bixebite.

Enstîtû dê hemû bernameyên ku tevkariyê li têkiliyên çandî yên di navbera her du welatan de dikin bike yek, dê çand û zimanê fransî pêşangehek li dar bixe”-nvîsara xwe de kivş krye Lakot.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button