
Heyeta ku di bin serokatiya serokê Meclîsa Neteweyî ya Komera Ermenistanê Alên Sîmonyan de wê di navbera 15-20 çile de bi serdaneke xebatê bê Vaşîngtonê. Li gorî rapora “Armenpress”ê, fermana peywendîdar a serokê MN li ser malpera fermî ya parlemantê hate belav kirin.
Li gorî fermanê, di nava şandeyê de Serokê Fraksiyona “Peymana Sivîl” Hayk Koncoryan, Parlamenter Marîya Karapêtyan, Serokê Fraksiyona “Şerefa min heye” Arthûr Vanêtsyan, komek xebatkarên Meclîsa Netewî hene.