PoliticsTop

H’erke E’lîêv mecbûrke, Ûr’isêtê Qerebag’êda her’e li sênara qewatê: Vîktor Nadêîn-R’aêvskî

Vîktor Naêdîn-R’ayêvskî”yê doktorê înstîtûta be’ra R’eþ-Kaspîyê wexta qisa t’ev merk’eza “HAYASA”-ye ermenîye medenyetî daye k’ivþê, wekî  h’alê îroda e’frandina T’ûranê îht’îmal h’esavnake, ew, bi fikira wî, fikira hemaq û nebûyînêye, lêbelê, dasekinandina pant’yûrk’îzmê û pant’ûranîzmê diyarda bi qezîyaye.

Me’nîke neîht’îmalîya e’frandina T’ûranêye sereke- ew necûr’ekîbûna dinîya t’yûrk’îyåe, k’îjanê Ankara  dic’dîne t’emsîlke çawa bergeha t’arîxî-medenyetîye yekanî. T’ev firqîya navbera zimanê t’yûrk’îda, her dewleteke zimant’yûrk’î diha gelekî miletîdive, medenyeta xweye arizî die’frînin, cöda gotî, saya Yektîya Sovêtîyê, û ev welatê t’erka t’arîx û  dewleta xwe nedin.

Çi dimîne seva ce’dandina Ûr’isêtê, wekî Adrbêcanê wergire nav YAAM, Naêdîn-R’aêvskî difikire, wekî ew fikra kêm nêzîkî aqilaye. Bi fikira ê pispor, Adrbêcanê bêy alîk’arîya T’irkîayê wê nikarbûya Qerebag’ê zevtke, lêbelê, E’lîêv naxweze t’emamîya dîwanê bide T’irkîyayê. A lema ew ij cîwarbûna þer’vanê Sûrîaêye neh’îê zevtkirîda ditirse. E’lîêv ditirse h’ökömetê welêtda indake, bi berdana destê T’irkîaêva. Bona bêt’ak’êþîkirina dilqê T’irkîayê E’lîêv berê xwe dide YAAM. Naêdîn-R’aêvskî bawere, wekî Bek’ûyê þertê yektîyê seranser qebûlneke. Ew ewqasî jî h’ewca wê nîne.

Ê pispor binxetkir, wekî h’erke Adrbêcan de’wa derxistina ûr’isê e’dlayîp’arêze ij Arsaxê bike û Ûr’isêt  qayîlve, dêmek ewê bive xilazîya mayîna ermenîya cî û misk’enê xweda. Dema herebaþda, wê berî wandin, lê, e’detî, wana wê biqelînin. Naêdîn-R’aêvskî bawere, wekî Pûtînê wê yekê t’ö wexta neke, çimkî serwextdive, k’a ewê bigihîne çi. Delîvêda, h’erke Adrbêcan qesta qirarkirina bi qewatê safîkirina pirsê bi derxistina e’dlayîp’arêza bike, dêmek Adrbêcanê t’opraxa indake, þaxekî din seva Adrbêcanê t’ine. Bona îzinnedayîna konflîkta e’skerîyê Ûr’isêtê mecalê xweye sîasîyê û malhebûnîyêye fiþarkirinê bide xevatê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button