PoliticsTop

“Ez hatim xizmeta Ermenistanê bikim”:Armên Sarkîsyan got ku kîngêê ew ê îstifa bike

Ermenîstan ji bo ku xwe ji nû ve ava bike divê pêşî dev ji edetên xwe yên dîrokî yên lêgerîna “rizgarkaran” berde û berpirsiyariya paşeroja xwe bigire ser milê xwe. Li gorî malpera fermî ya serokomariyê, serokomarê Ermenistanê Armên Sarkîsyan di hevpeyvînekê de ligel kovara navneteweyî ya navdar The Spectator world got.

Tê gotin ku nivîskarê gotarê, nivîskar û rojnamevanê navdar Kapîl Komirêddî, berî bi mehan Ermenistanê buyê. Di nav gelek hevpeyvînan de, wî bi Sarkîsyan re jî peyivî.

Li ser pirsa gelo Sarkîsyan ji bo lezkirina pêkanîna reforman amade ye îstifa bike yan na, wî bersiv da ku serokdewletiya Ermenistanê rûmeta herî mezin a jiyana wî ye. “Lê belê min ji ber rêzgirtina ji bo xwe ev kar qebûl nekir. Ez hatim xizmeta Ermenistanê bikim”. Wî her wiha got: “Eger em destûreke nû qebûl bikin, ez saniyeyekê jî li ser wê helwestê namînim, eger bi her awayî rê li ber cîbicîkirina wê, pêşketina welat bigire.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button