PoliticsTop

Şoygû, artêşa Rûsyayê weke garantorê aştiyê li Qerebaxê bi nav kir

Pêersonalên Hêzên Çekdar yên Fêdêrasyona Rûsyayê garantorê aştiya Karabaxê ne. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Wezîrê Parastina Rûsyayê Sêrgêy Şoyguû ev yek di civîna giştî ya Encûmena Giştî ya di bin banê Wezareta Parastina Rûsyayê de ragihand.

“Zêdetirî salekê ye ku hêzên aştiyê yên rûsî şert û mercên avakirina jiyaneke aştiyane li Qerebaxa Çiyayî û navçeyên cîran peyda dikin û di vegerandina peywendiyên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de beşdar dibin. Heta niha ti bûyerên giran nehatine tomarkirin.Hêzên leşkerî yên Rûsyayê wek garantorên aştiyê li Sûriyê jî ​berdewam in”, -axavtina xwe de got Şoygû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button