
Bi biryara Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, Komîsyona Pîşeyî ya Reformên Destûra Bingehîn a di 12’ê Sibatê de hat avakirin, wê bê betalkirin, Konseya Reformên Destûra Bingehîn bê avakirin. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, biryara têkildar li ser malpera e-gov.am hat weşandin.
Li gorî biryarê, divê Wezîrê Dadê di nava mehekê de pêşnûmeya biryara Serokwezîriyê ya li ser betalkirina biryara Serokwezîriyê ya 12ê Sibata 2020an a ji bo avakirina Lijneya Reformên Destûra Bingehîn pêşkêş bike, karmend û rêbaza Encûmenê pesend bike.