Serdozgerê Giştî yê Komera Ermenistanê Artûr Davtyan 14ê kanûnê di çarçoveya 9emîn rûniştina Peymana Dijî Gendeliyê ya Neteweyên Yekbûyî ku li Şarm El Şêxa Misrê hat lidarxistin de axaftinek kir.
Serdozgerê giştî yê Komera Ermenistanê diyar kir ku têkoşîna li dijî gendeliyê li Ermenîstanê xwedî cewhereke stratejîk e û yek ji erkên wê yên sereke danasîna modeleke sazûmanî ya bi strukturên nû yên dijî gendeliyê ye.