Di 15ê kanûna pêşin de, li Mûzêya Dewletê ya Hûnêra Hemdem a li Navenda Pompîdo ya Parîsê, fîlmên Sêrgêy Parajanov “Trîptîk”, “Mûralên Kyan” (1966), “Hakob Hovnatanyan” (1967) dê bên pêşandan.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Navenda Sînemaya Neteweyî ya Ermenîstanê daxuyand ku bi munasebeta merasima radestkirina fîlman ji Navenda Pompîdoyê re pêşandana fîlman tê lidarxistin. Fîlm di çarçoveya projeya “Klasîkên Sînemaya Ermenîstanê” de ji aliyê projeya “Hamo Bêk-Nazarov” a Navenda Sînemaya Neteweyî ya Ermenîstanê ve hatin restorekirin. Restorasyon ji hêla Fîksafîlm û Kînoklasîka ve hate piştgirî kirin