
Wezîra Tenduristiyê ya Komera Ermenistanê Anahît Avanêsyan, îro di destpêka rûniştina hikûmetê de diyar kir, ku ji sedî 40% ê nifûsa ji 18 salî mezintir doza yekem dijî koronavîrosê wergirtine, ji sedî 23,9% ê xelkê jî derziya tam wergirtine.
Di warê nexweşiyê de kêmbûnek hat tomarkirin. “12 465 haletên çalak hene, di nav wan de hejmara welatiyên aşîkirî 1068 (8,6 % ) ye, û ji 2349 kesên ku li nexweşxaneyê hatine dermankirin tenê 87 kes hatine derzîkirin.”
Serokwezîrê Komera Ermenistanê Nîkol Paşînyan diyar kir, ku piştî bidawîbûna lêpirsîna fermî jî, wî telîmat da ku dosya ji Serdozgeriyê re bê şandin, da ku were zanîn ger xerabî hebe dê sûcdar bên cezakirin.