
Li komplêksa îdarî ya Wezareta Parastinê ya Komara Ermenîstanê bi serokatiya Wezîrê Parastinê Sûrên Papîkyan, bi beşdariya serokatiya Wezareta Parastinê, Hêzên Çekdar û Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar, şêwirmendî hat kirin. .
Wezîrê parastinê tekezî li ser berdewamî û bibandorbûna piroseya çaksaziyên mezin ên di artêşê de kir û tekez kir ku serkirdayetiya siyasî ya welat bi rijd e li ser piştgîriya her gavekê ku ji bo zêdekirina karîgeriya şer a hêzên çekdar pêwîst be.
Di heman demê de Sûrên Papîkyan daxwaz kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên dîsîplînê yên li Hêzên Çekdar bi hemû hêza xwe hewl bidin. Wezîrê parastinê zêdekirina cazîbeya pîşeya leşkerî û balkişandina li ser xemsariya dewletê ya ji bo efseriyê bikar anî û dilniya kir ku wê di paşerojeke nêzîk de gavên girîng di vî warî de bên avêtin.