
Serokwezire Komera Ermenistanê Nîkol Paşînyan got: “Azerbaycan li hember Ermenistane siyaseta erişen domdar dimeşe. Dive ev mijar iro di nav civata navneteweyi da cih bigire, pirsen çapemeniye yen bi zindi bersive bide.”
Li gorî serokwezîr, Azerbaycan hewl dide mafê bidestxistina şer bi kar bîne, tiştekî ku di cîhana nûjen de tune ye.
“Azerbaycana ku di nava dilxweşiya serkeftinê de ye, li hember Ermenîstanê xwedî daxwazên erdî ye. Wateya “Korîdora Zengîzûrê” çi ye, kê bi wan têgehan hatiye? Paşînyan wiha got: “Me gelek caran gotiye Ermenîstan li dijî mantiqa korîdorê ye. Li gorî serokwezîr, ev êdî ne meseleya Ermenîstanê û Azerbaycanê ye, meseleya hiqûqa navneteweyî û nîzama cîhanê ye.