Li Parîsê di civîna wezîrên derva û Wezîrên Parastinê yên Rûsya û Fransa, di çarçoveya çalakiyên hevserokên Koma Mînskê ya OSCE, çareseriya Qerebaxê hat gotûbêjkirin.
“Çend roj berê vir sê hevserokan Koma Mînskê li Parîsê bi wezîrên derva yên Ermenîstan û Azerbeycanê re hevdîtin pêk anîn
“Her kes piştgirî da peymana ku di 9ê çirya paşin 2020an de di navbera Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Elî û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan de pêk hat.” Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sêrgêy Lavrov got.
Li gorî wî, pêşketina çalakiyên hêzên aştîparêz ên Rûsyayê di çareserkirina hejmarek pirsgirêkên mirovî de û herwiha çend rêgezên ku divê kar tê de bên kirin, hatin balkişandin. “Di vê wateyê de, xebatên Hevserokatiyê dê di demeke nêz de li ser çareserkirina pirsgirêkên mirovî û her wiha afirandina şert û mercên ji bo civakên Ermenî-Azerî yên li herêmê ku atmosfera baweriyê pêş bixin û pirsgirêkên rojane bi ruhê lihevhatineke çêker çareser bikin.” Got Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sêrgêy Lavrov