All NewsPoliticsTop

Gnêl Sanosyan behsa dema avakirina santrala nû ya atomî kir

Hikûmet plan dike ku santrala nukleerî ya nû ava bike û li ser vê mijarê nîqaş tên kirin, ji ber ku santrala nukleerê ya heyî dikare heta sala 2036’an bê xebitandin. Li gorî nûçeya Armenpressê, Wezîrê Rêveberiya Herêmî û Binesaziyê yê Ermenîstanê Gnêl Sanosyan  di civîneke çapemeniyê de ev tişt got.

Sanosyan got, “Ev tê wê wateyê ku heta sala 2036’an divê em avakirina yekîneyeke nû ya elektrîkê amade bikin û pêk bînin.”

Wezîr diyar kir ku li gorî hesaban çêkirina santrala nû ya nukleerê dê bi qasî 7-8 salan bidome. Sanosyan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev tê wê wateyê ku divê di sala 2026-2027’an de avakirina santrala nukleerî ya nû dest pê bike, da ku dema santrala nukleerî ya heyî bi dawî bibe, ya din dest bi kar bike.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button