PoliticsTop

Rewşa herêmê her ku diçe nazik e. Wezîrê Derve yê RA

Êrîşa ku Azerbaycanê li dijî Artsaxê pêk anî, encamên cidî li ser gelê Ermenî peyda kir û her wiha di çarçoveya ewlekarî û aramiya herêmê de kêşeyên nû derxist holê. Wezîrê Karên Derve ya Komera Ermenistanê Ararat Mîrzoyan di hevpeyvîna xwe ya li gel kovara “Nouvelles d’Arménie” de ev tişt got.

Li gorî wî, şer di 9ê çirya paşin de bi daxuyaniyeke sêalî ya Ermenistan, Rûsya û Azerbeycanê hat rawestandin, rewş hê nazik e. Ev jî ji ber cîbicîkirina hin sozên ku Azerbaycanê di daxuyaniya jorîn de dabûn, bi taybetî, berevajîkirina hin xalan, berdewamiya rehîn girtina dîlên şer û herwiha gotinên şerxwaz û xwestekên li ser herêmên serdest ên Ermenistanê.

Mîrzoyan destnîşan kir ku reftarên provokatîf ên aliyê Azerbaycanê ne tenê li ser Ermenîstanê, li ser welatên din ên herêmê jî bandorê dike, ji bo nimûne em bi gavên ku nayên qebûlkirin ji bo veguhestina tranzîtê re rû bi rû mane.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button