All NewsPoliticsTop

Ermeniyên Artsaxê nikarin di bin kontrola Azerbeycanê de bijîn. Cîgirê Wezîrê

Tiştê ku di dema Şerê Yekem û Duyem yê Artsaxê de qewimî, bi zelalî nîşan dide ku ermeniyên Artsaxê nikarin di bin kontrola Azerbeycanê de bijîn.

Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, Cîgirê Wezîrê Karên Derva yê Ermenîstanê Vahê Gêvorgyan di civîna hevpar a komîteyên daîmî yên Meclisa Neteweyî de li ser projeyasaya bûdceya dewletê ya sala 2022’an ev tişt got.

Ji fraksiyona “Ermenistan”  Armên Rûstêmyan anî ziman ku prensîba “naskirina ji bo rizgariyê” heye. Parlamenter got, “Ez bi taybetî nabêjim ‘ji bo rizgariyê veqetandin’, ji bo ku li dijî mafê çarenûsê nebe ez dibêjim ‘naskirina ji bo rizgariyê’.” nîqaş kirin.

Cîgirê wezîr tekez kir. “Tiştê ku di dema Şerê Yekem û Duyem yê Artsaxê de qewimî, bi zelalî nîşan dide ku ermeniyên Artsaxê nikarin di bin kontrola Azerbaycanê de bijîn. Yanî ji ber ku bi rastî polîtîkaya tinekirinê dimeşîne. “Îro îsbata wê ya herî baş tunebûna Ermeniyan li herêmên di bin destê Azerbaycanê de ye.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button