PoliticsTop

Serokwezîr pêşwaziya Wezîrê Parastina Gurcistanê kir

Serokwezîr Nîkol Paşînyan îro pêşwaziya Wezîrê Parastina Gurcistanê Cûanşêr Bûrçûladzê kir.

Serokwezîr bi xêrhatina mêvanê kir. “Ez bi kêfxweşî radigihînim ku di van demên dawîn de di têkiliyên Ermenistan û Gurcistanê de dînamîkeke pir bilind heye. Ez kêfxweş im ku bi serdana Wezîrê Parastinê ev dînamîk xurtir dibe. Em dixwazin hevkariya xwe ya bi Gurcistanê re di her warî de kûrtir bikin, têkiliyên xwe yên biratiyê pêş bixin. Helbet serdanên bi vî rengî û herwiha têkiliyên şexsî yên di navbera endamên hikûmetê de di vê çarçoveyê de gelek girîng in. Ez dîsa we silav dikim.”

Wezîrê Parastina Gurcistanê ji bo pêşwazîkirinê spasiya xwe anî ziman. “Ji bo min şerefeke mezin e ku ez bi kesekî bi vî rengî (biyografiya) we re hevdîtin bikim. Berî ku ez bibûma wezîrê parastinê, ez cîgirê wezîr bûm, kîjan piştre bû serokwezîr, ez kêfxweş im ku peywendiyên we bi wî re bûne bingeh ji bo berdewamkirina hevkariya me. Serdana min berdewamiya wê hevkariyê ye, helbet ev pêşketin dê bênavber, berdewam be. Carekê gelek spas.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button