All NewsTop

Fînansekirina zanistê li Ermenîstanê dê ji sedî 83 zêde bibe

Li Ermenîstanê tê plankirin ku di sala 2022-an de ji sedî 83 zêdetir pere ji bo fînansekirina zanistê were veqetandin. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Pashinyan di civînên hevpar ên komîteyên daîmî yên Neteweyî de di dema nîqaşkirina pêşnûmeya qanûna “Li ser budceya dewletê ya sala 2022 ya Ermenîstanê” de ev tişt got.

“Di warê zanist û perwerdeyê de veberhênanên demdirêj hewce ne ku ji bo mayîna dewleta me, ku ji bo me pêşengiyek pir girîng e. Di sala 2022an de ji bo Wezareta Perwerde, Zanist, Çand û Werzişê 27 ji sedî zêde dibe. Li vir xebatên di warê avakirin û dîzaynkirina navendên perwerdeyê de tên kirin, dê xebatên avakirina niha bidomin û dê gelek saziyên nû yên perwerdeyê bên dîzaynkirin.” – got Paşînyan got

Serokwezîr got: “Di sala 2022an de ji sedî 83 zêdetir pere tenê ji bo fînansekirina zanistê tê veqetandin û ji bo lêkolînên tematîk ên zanistî jî 2,5 qat zêde ye û dibe 6,7 milyar dima.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button