All NewsPoliticsTop

LI MPKEê bang li Azerbaycanê hat kirin ku zûtrek hemî dîlên Ermenî vegerîne

Li Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê rapora girîng a ji bo aliyê Ermenî hate gotûbêjkirin, ku di nav daxwazên din de, ji Azerbaycanê hat xwestin ku hemû dîlên Ermenî yekser vegerîne.

Wekî ku ji hêla “Armenpress” ve hatî ragihandin, serokê şandeya ermenî li Mclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê  Rûbên Rûbînyan ev di konfêransa rojnamevanî de got, hûrguliyên ji xebata danişînê pêşkêş kir.

Rapor di heman demê de li ser xetereyên ku gefê li mîrata çandî ya Ermeniyan dixwe, hebûna têza derewîn a “Albanî” ya li Azerbaycanê şermezar dike. Di heman demê de ew behsê nefretê dike ku li Azerbaycanê di astek bilind de tê bikar anîn.

Rûbînyan li ser pirsa gelo endamên şandeya Ermenîstanê li derveyî rûniştinê li Strasbûrgê bi wekîlên tirk an azerî re têkilî danî an na, bersivek neyînî da.

Ji derveyî  “silav” -ê pêwendiyek berbiçav tune. “Çawa ku berê bû, niha jî wiha ye,” ,- wî got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button