All NewsEconomicsTop

Alternatîfa kelûpelên tirkî heye – Iranran û Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê

Piştî qedexekirina hinartina kelûpelên tirkî, hukûmeta Ermenistanê gazî hevkarên welatên endamên
Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê kir, û pêşniyar kir ku wan bi tiştên ku li welatên wan têne hilberandin
biguhezînin.
Cîgirê Wezîrê Êkonomî yê Komera Ermenistanê Varos Sîmonyan got ku Ermenistanê li ser platforma
elektronîkî ya YAA navnîşek nêzî 2350 hilberan pêşkêşî kiriye. Welatê me împorta wan ji Tirkîyê qedexe
kiriye û li bendê ye ku ji bo anîna wan bazarên alternatîf bibîne.

Di vî warî de, hêviyên cidî bi welatên YAA ve girêdayî ne. Pispor di wê baweriyê de ne ku kelûpelên îranî
alternatîfa tirkî ne, xema wan bi lêgerîna li alternatîfek tirkî xilas nabin. Aborînas tekez dikin ku pêdivî
ye ku pêşî hilberîna herêmî were pêşve xistin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button