EconomicsTop

Temê Îranê û Ermenîstanê heye t’opraxa Görcistanêva r’iya navr’aderbazbûnêye t’eze bie’frînin

T’ilbîsêda hila hê paþda veneger’yane ser r’iya ij Îranê-Görcistan, isa jî e’yan nîne- alîyê görca wê t’ev avakirinêve, yan- na?

Ermenîstan têr’a divîne r’iya ij Îranê li Görcistanêye t’eze bie’frîne, û temê T’êhranê heye t’ev avakirina wê r’êve. Hêyrolla Hadêmîyê dewsgirtîyê wezîrê Îranêyî r’ê-diriba û pêþdabirina þehera nav pirsqisê gotîye, k’îjan daye qölixdarîya ÎLNA-ê.

“Ermenîstan k’arê xwe dike r’iya navr’aderbazbûnêye t’ezeye ij Îranê li Görcistanê bie’frîne. Me derheqa hazirîa t’evbûna li avakirina wê r’êda e’lamkirîye”,- ewî gotîye.

Em bînne bîr, wekî þanda îranî van r’oja li R’ewanê qesidîbû- t’evbûna Îranêye li xevata avakirina r’iya navr’aderbazbûnêye Ermenîstanêda e’ne’neke. Gilî derheqa bedela r’iya Gorîs-Qap’an- r’iya “Tat’êv”-e navr’a derbazbûnêdaye, wekî isa jî alîyê îranî wê t’ev avakirina wêve.

R’okê pêþda Îraklî G’arîbaþvîlîyê serekwezîrê Görcistanê li Ermenîstanê qesidîbû.

Em bidine k’ivþê, wekî vê meha xilazîyêda Adrbêcanê seva barbirê îranî, k’îjan sînorê ermenî-îranî derbazdivin, qirarê berk’ têr’a dîtîye- bi hatina berva Ermenîstanê. Alîyê adrbêcanî isa jî de’wa cema ij avtoajoyê barbir dike.

Bahê avakirina t’emamîya r’iya Syûnîk’êye bedelîye 79 km-ê wê weke 9,5 mlard dramve.

H’ökömetê soz daye ewê bihara sala 2022-a bive sêrî. H’etanî zivistanê xevata grûntîyê wê bê kirinê, biharê- pey qarxûnar’a, r’ê wê bê qîrkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button