
Derheqa vê yekêda Davît’ Babayanê wezîrê Arsaxêyî K’D e’lamkirîye- bi hîvîkirina Nûûz.am-ê bi þirovekirina pirsê derheqa wê yekêda, wekî Adrbêcan her cûr’eyî dicêr’bîne p’ara Qerebag’êye zevtkirî t’emsîlke çawa t’emamîya Qerebag’ê û mewcûdîya Qerebag’a ermenîmayînê paþda de’vde li plana döda- hima bi wê yekê bi deg’elkirina döristîya.
Wezîrê K’D daye k’ivþê, wekî têrmînnasîyêva girêdayî r’astî jî pirsgirêk hene. “E’wil, h’etta bi dinîyanîgarî Arsax û Qerebiag’ bi sed selefî nak’evne hevdö. Qerebag’ fe’mberîya diha berfireye, Qerebag’ p’ir’anîya Arsaxê, Ûtîkê, p’ara Sûnîk’êye ÿp’êce mezin, bawerbike t’emamîya Zangêzûrê û p’areke Naxîcêvanê werdigre.
Herdö nav jî bi t’arîxî ermenîne, isa bûye, wekî em borcdarin herdö nava jî bidine xevatê- ew Qerebag’a Ç’îyave, yan Qerebag’a Jêrin, yan Arsax. Cimhöryeta Arsaxê mîrat’gira mîrat’a nav bi h’ezara sala civandîye. Wî çaxî çawa Adrbêcan, isa jî T’irîka t’inebûn. Bi wê fikirê Qerebag’ê “p’êþk’êþî” Adrbêcanêkin, ya qebûlnekirinêye, û ya e’ynî isa jî bona navê Arsaxe”,- Davît’ Babayan binxetkir.