PoliticsTop

Dewsgirtîyê wezîrê K’D ij qölixê mijûlkirî hatne azakirinê

Vê demê wezareta K’D-da her t’enê dewsgirtîkî wezîr- Armên G’êvondyan, dixevte.

Avêt Adons, Artak Apîtonyan û Gagîk G’alçyanê dewsgirtîyê wezîrê K’D ij qölixê mijûlkirî hatne azakirinê. Qirara N. P’aþînyanê k’efîlê serekwezîrê CE Tîgran Avînyanê k’efîlê dewsgirtîîyê serekwezîrê CE we’delî qedandina borcdarîyê serekwezîrê CE qirara angor erêkirîye.

“Bi serk’arîbûna bi p’ara 1-ê ya miqala 9-a ya qanûna CE-êye ”Derheqa qölixkirina civakîda”- Avêt Adons, Artak Apîtonyan, Gagîk G’alaçyan ij qölixa dewsgirtîyê wezîrê K’D azakin”,- qirarada hatîye gotinê.

Vê gavê dewsgirtîkî wezîr- Armên G’êvondyan heye, ê kö WK’D-da dixevte. Em bînne bîr, wekî 27-ê meha gölanê Ara Ayvazyanê k’efîlê wezîrê K’D e’rza t’erkdayînê t’emsîlkiribû.

E’ynî r’ojê salix belabû, wekî isa jî t’emamîya dewsgirtîyê wezîrê K’D e’rzê t’erkdayînê nivîsîne, lê ij wezaretê ew salix înk’arkirine.

Nenihêr’î wê yekê- r’ûniþtina h’ökömetêye Bi sirêda ij WK’D kes t’emsîlnebûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button