PoliticsTop

Îran her göhastineke sînorê Ermenîstanê h’esavdike ya qebûlnekirinê

CÎÎ t’ö göhastineke neh’îyê qebûlnake, t’omerîbûna t’opraxa welatê neh’îyê gere bê xweykirinê. Çawa “Armênprês” salix dide, derheqa vê yekêda Moctaba Zolnûrîyê sedrê encomana Civata CÎÎ-êye Miletîêye bêqezîabûna miletîyê û sîasîya dereke e’lamkirîye, bi paþdaveger’andina ser h’alê ser sînorê ermenî-adrbêcanî e’firî û hindava qewatê Adrbêcanêye sîlih’bûyîda dak’ötana li t’opraxa CE.

         “Semt’girîya CÎÎ ze’f safî, fer’ih’ û qirarkirinêye: em t’ö göhastineke neh’îyê qebûlnakin, t’omerîbûna t’opraxa welatê neh’îyê gere bê xweykirinê, em hinda sînorê xwe t’ö qewateke serneh’îyê qebûlnakin. H’erke bixwezin p’areke  t’opraxa Ermenîstanê hildin, û sînorê me t’esmîlî göhastinêve, yanî- cînara meye t’eze heve, ew seva me ya qebûlkirinê înîne.  Sînorê berê gere seranser xweykirîve, û sînorê CÎÎ-êyî t’omerîyî t’ev Ermenîstanê gere bê xweykirinê”,- Moct’aba Zolnûrî e’lamkirîye.

         Sedrê encomana C Îranêye M-êye bêqezîabûna miletîyê û sîasîya dereke daye k’ivþê, wekî herdö welat xweîzinin miqatî t’omerîbûna t’opraxa xwevin. Bi gotna wî- Îran piþta semt’girîya Aldrbêcanê digre- pirsa xweykirina t’omerîbûna t’’opraxa xweda, û isa jî piþta t’omerîbûna Ermenîstanê digre- nav pirsa xweykirina t’omerîbûna t’oprax, xwelîya xwe û  sînorê cînartîyêyî t’ev Îranê. “Em t’ev herdö welata cînarin û, bi h’esavhlildana h’alê berê hebûyî, bêy qebûlkirina her göhastineke neh’îyêda, em alî t’omerîbûna t’opraxa herdö welata dikin”,- Zolnûrî serda zêdekirîye.              

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button