PoliticsTop

CE t’ö wexta pirsa sivderê e’ne’nenekirîye û wê e’ne’neneke: N. P’aþînyan

Bi serk’arîya N. P’aþînyanê k’efîlê serekwezîr h’ökömetêda r’ûniþtina þêwra bêqezîabûnê qewimîye.

Çawa ij serwêrtîya îdara serekwezîrê CE-êye salixdayînê û pr’evgirêdanê t’ev civakê e’lamkirin, destpêbûna r’ûniþtinêda N. P’aþînyan paþda veger’yaye ser h’alê ser sînorê ermenî-adrbêcanî e’firî û gavê bi t’erefê safîkirinaêda mîaserbûnê. Gilîyê xweda k’efîlê serekwezîr, cöda gotî, daye k’ivþê: “Hevalk’arê biqedir, r’ûniþtina ÞB-êye îroda jî çawa van r’ojê xilazîyê, h’alê ser sînorê ermenî-adrbêcanî e’firî e’ne’nekin. Pey 12-ê meha gölanêr’a, çaxê qölixçîyê qewatê Adrbêcanêye sîlih’bûyî sînorê ermenî-adrbêcanî derbazbûne- h’al vê göhastinê k’etîye yan diha r’ast ev dînamîka wî heye: ij 14-ê meha gölanê destpêkirî hine k’omê qölixçîyê e’skerîyê ij t’opraxa CE derk’etine, pêvajoya heman isa jî döh ÿvarê bûye, isa jî pêþnîþan heye, wekî îro dikare biqewime, lê xölese, h’alê e’skerîyêsîasîyê pey 12-ê mehêr’a ez h’esavdikim negöhastî. Yanî, bi h’esavê e’skerîyêsîasîyê göhastinê mezin nebûne, hine k’om derk’etine, lê ij wê h’al nehatîye göahstinê. Lê eva çîye? Eva h’esavdive, wekî em gere berdewamkin mêxanîzmê T’ÞBT’ bidine xevatê û em gere t’erefê xevtandina mêxanîzmê ermenî-ûr’isaye t’ifaqdarîyêda bixevtin. Semt’girîya me safîke- qlixçîyê adrbêcanîye e’skerîyê gere ij t’opraxa CE derk’evin.

Ez dixwezim careke din bînme bîr, wekî Ermenîstanêda idî ÿp’êce we’de fikira “Sivdera Zangêzûrê” tê t’eþkîlkirinê yan isa jî hindava sedrê Adrbêcanêda dengîkirinê tê pêþdabirinê. Û ez ze’f ferz h’esavdikim binxetkim, wekî qelfê sîasîêye e’yan pêþda tên çawa agêntê þer’k’arîya Adrbêcanêye salixdayînê. Ez dixwezim bidime k’ivþê, wekî CE t’ö wexta pirsa sivderê e’ne’nenekirîye û wê e’ne’neneke. Ew e’ne’nekirin, wekî me derbazkirine- ê aþkelane, ew nav salixdayîna r’esmîye e’lametîya 11-ê meha k’anûna paþin û þöxölvanîya k’oma xevatêye sêalîda dîharbûyîne. Ez dixwezim bêjim, wekî vekirina komûnîkasîayê neh’îyê, erê, r’ojeva meye sîasîêydaye, lê p’evgirêdana wê yekê t’ö cûr’eyî nikare propaganda “sivderêva” girêdayîve, ewê îro qelfê Adrbêcanê û Ermenîstanêye sîasîêye konkrêt didûmînin nesîh’etkin.

Pirsgirêka din, wekî ez dixwezim binxetkim, pêvajoya döristkirina sînore û pêvajoya mîaserkirina komûnîkasîya, isa jî döristkirina sînor çiqasî Adrbêcanêr’a, ewqasî jî CE-êr’a lazimin. Û bi h’esavê döristkirina sînor let’îfîke wa heye: van r’ojê xilazîyê propaganda adrbêcanî dicêr’bîne wê fikrê pêþda bik’þîne, wekî pêvajoya döristkirina sînor gere bi formata döalî bive. Tiþtê heman dest wê me’nîya safî nikare biqewime, wekî bi e’sasî, eleqetê Ermenîstanê û Adrbêcanê t’inene. Û pêvajoya çawa vekirina komûnîkasîya, isa jî döristkirina sînor gere bi vormata sêalî biqewime, dora çi çend cara p’evk’etin hatne destanînê, û t’er’ibandina wan p’evk’etina yan p’evk’etine isa jî, bi fikra min, me’nîya e’melê qewatê Adrbêcanêye sîlih’bûyî û e’melê serk’arîya e’skerîyêsîasîyê.

Derheqa kirina paþwextîyêda: döh h’etanî dereng hevr’axeverdan berdewambûne, r’oja çarþemê hevr’axeverdanê berdewamvin. Têmake hevr’axeverdana heye- qölixçîyê qewatê Adrbêcanêye sîlih’bûîye e’skerîyê gere ij

topraxa CE derk’evin. H’etanî ev yek neqewimîye- pirsê, h’al em qîmetdikin çawa boran, k’îjan seva serbestî, meh’kemî, t’omerîbûna t’opraxa CE qezîyayê die’frîne, h’al, k’îjan bi qanûnne’ma T’ÞBT’ bi þertne’ma derheqa bêqezîabûna t’omerî û qanûne’ma þertne’ma bêqezîabûna t’omerîye dengvedana h’alê boranî t’eþkîlbûyîye. H’etanî pirsginrêka meye lêgîtîme pêþda k’iþandî, dêmek t’emamîya van mêxanîzma, miþlaq isa jî mêxanîzmê ermenî-ûr’isaye t’ifaqdarîyê gere bêne xevtandinê, k’îjan seva delîvê heman têr’adîtîne.

Em gere bidine xevatê û bi mecalê sîasîyê gere bikarvin bigihîjne safîkirina pirsgirêka me. Û h’erke îht’mal nînve bigihjne wê yekê, wê delîvêda nav ment’eqa e’ynî gere mêxanîzmê e’skerîyêsîasîyê bêne xevtandinê. Fikra min bona e’melê bi þertne’ma bêqezîabûna t’omerî û þertne’mê ermenî-ûr’isa têr’adîtîne, û ew þertne’me seva hima delîvê vî cûr’eyî têr’adîtîne, bi k’arêk’etina ij heqê meyî lêgîtîm, me destbi wî e’melî kirîye”.

E’þiratî: Pey r’ûniþtina þêwra bêqezîabûnêr’a hine p’arê sînorê ermenî-adrbêcanîda zêdebûna e’ynata hindava qewatê adrbêcanîda t’exmînbûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button